Şam-SANA
Komîteya Têkbirina Qezenca Nerewa li Sûrîyê, tekez kir ku ew pabendîyê bi rêbazeke lêpirsînê ya dezgehî û birêkûpêk dike, ku hemû dosyan li gorî pîvanên yekgirtî û biryarên ku li ser bingeha belgeyan – dûrî her navbeynkarîyê an destwerdanê – çareser dike.
Komîteyê zelal kir ku xebata wê xwe dispêre lêkolînên hûrbîn, ku alîyên darayî, ewlehî û analîzkirina daneyên têkildarî her dosyeyê li xwe digire; bi armanca nirxandina qebareya qezenca nerewa û girtina tedbîrên guncav.