Gundewarê Şamê – SANA
Gumrika dergehê Cidîdet Yabûsê yê sînorî, hewldana qaçaxçîtîya 23 kg heşîş û 50g maddeyeke nenas pûç kir, ku di hundirê qutîyên xurekê de di nav wesayîteke ku di dergeh re dihat de hatibûn veşartin.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan roja pêncşemê eşkere kir ku piştî pişkinîneke hûr, hejmarek hebên keptagonê yên ku di hundirê çenteyê şofêr de hatibûn veşartin hatin desteserkirin. Li ser vê yekê, ji bo binpêker dosyaya pêwîst hat amadekirin û hemû tiştên desteserkirî radestî alîyên peywendîdar hatin kirin da ku rêkarên yasayî werin girtin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên desteyê de tê ji bo tundkirina çavdêrîyê li dergehên sînorî ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtîyê, wek tekezkirinekê li ser pabendbûna kadroyên gumrikê bi parastina ewlehîya civakê û misogerkirina sepandina tund a yasayan.