Şam-SANA
Rêveberîya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê biryarek derxist; li gorî vê biryarê kesên ku di sê mehên pêşîn ên sala 1960î de ji dayik bûne, ji bo dayîna lêçûnên Hecê ya sala 1447an a Koçî hatin qebûlkirin.
Rêveberîya Hec û Umreyê di daxuyanîya xwe ya duh Şemîyê de dîyar kir ku divê kesên hatine qebûlkirin yek ji komên pejirandî bi rêya vê lînkê yan jî skankirina koda (QR) hilbijêrin.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku dema dayîna pereyan ji destpêka roja Yekşemê 17ê Gulana 2026an dest pê dike û heta dawîya dema kar a roja Duşemê 18ê Gulana îsal berdewam dike.