Şam – SANA
Wezîrê Tenduristîyê yê Sûrîyê Mus’eb El-Elî îro Duşemê, ligel şandeyeke ji Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO), Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) û Hevpeymanîya Cîhanî ya Vaksîn û Parêzîyê (Gavi), rêyên xurtkirina hevkarîya hevbeş û rûbirûbûna arîşeyên tenduristîyê û webayan gotûbêj kir.
Wezîr El-Elî di dema civîna ku li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat, girîngîya zêdekirina piştgirîya navneteweyî û arastekirina wê ber bi xurtkirina sîstema şopandina webayan û nûjenkirina laboratuwarên tenduristîya giştî tekez kir, û li ser metirsîyên belavbûna hin nexweşîyan mîna nexweşîya leyşmanîyayê û felca zarokan hişyarî da.