Şam-SANA
Bajarê Dûmayê di 7ê Nîsana sala 2018an de li ser karesateke nû ya mirovî şîyar bû. Dûman û bêdengîya giran tevlihev bûn, piştî ku madeyên jehrî derbasî malan bûn û rûpeleke nû ya bi êş û jan li ser azarên sivîlên ku di nava êrîşên dijwar ên li bajêr de rûbirûyî mirinê bûn, zêde kir.
Berpirsê operasyonan di Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de, Amir Zerîfe, di daxuyanîyeke taybet de ji bo peyamnêra SANAyê dîyar kir ku tîmên destwerdanê ji ber topbarana dubare ya ku bi êrîşê re pêk dihat, di gihîştina cihê armancgirtî de rûbirûyî zehmetîyên mezin bûn, ku ev yek bû asteng li pêşîya karên hawarçûn û belgekirinê.
Zerîfe her wiha anî ziman ku tîm piştî hewldanên dubare karîn bigihîjin cihê bûyerê, ku wan birîndar rakirin xalên bijîşkî û di demjimêrên piştî wê de karên xwe yên hawarçûnê domandin.