ŞAM-SANA
Wezareta Ragihandin û Teknolojîya Zanyarîyan û Desteya Rêkxer a Peywendîyan û Berîdê, ragihandin ku nirxê xizmetguzarîyên peywendî û înternetê bi Lîreya Sûrî ya nû, bi tenê li gorî pîvera jêbirina du sifran ji diravê kevn pêk tê, bêyî ku tu zêdebûn were ser.
Her du alîyan tekez kirin ku welatî ji ber guhertina dirav tu mesrefên zêde nade, û standina bihayekî bilindtir wekî binpêkirinekê tê dîtin û cihê lêpirsînê ye. Her wiha wan bal kişand ser pêwîstîya pabendbûna navendên xizmetguzarîyê bi dabînkirina diravên hûr yên lazim ji bo lêvegerandina pereyan, da ku xizmetguzarî bi awayekî baş ji aboneyan re were pêşkêşkirin.