Şam – SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl û Desteya Niştimanî ya Windayan li bajarokê Sehil ê li herêma Qelemûnê ya li gundewarê Şamê, bermahîyên mirovî dîtin.
Desteyê îro Duşemê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku wê bi beşdarîya tîmên Berevanîya Sivîl bersiva agahîyeke derbarê hebûna bermahîyên mirovî li bajarokê Sehil ê li herêma Qelemûnê ya li gundewarê Şamê daye. Her wiha da zanîn ku kar li gorî protokol û pîwerên pîşeyî yên pejirandî di warê belgekirin, berhevkirin û derxistina bermahîyan de hatiye kirin, bi awayekî ku parastina delîlan û rêzgirtina li rûmeta qurbanîyan were misogerkirin.

Desteyê bang li xelkê kir ku nêzîkî tu cihên ku guman heye gorên bikom lê hebin nebin û destwerdanê tê de nekin, ji ber ku ev yek bandorê li ser operasyonên belgekirin û eşkerekirinê dike, her wiha daxwaz kir ku ji bo her agahî yan cihên gumanbar yekser bi rêya kanalên fermî yên pejirandî ragihînin.
00963943009384