Şam – SANA
Wezareta Geştyarîyê ya Sûrîyê îro Sêşemê, giştînameyek ji bo rêveberîyên geştyarîyê yên li parêzgehan weşand, ku li gorî wê ferzkirin an pêşkêşkirina xizmetên nexwestî ji alîyê mişterîyan ve li sazîyên geştyarîyê qedexe ye.
Wezaretê di giştînameya xwe de tekezî li ser sepandina pîvanên geştyarîyê yên cîhanî kir ji bo bilindkirina rewşa xizmetguzarîyan û pêkanîna hevrikîyê. Wezaretê eşkere kir ku binpêkirin dê bi awayekî otomatîk û bêyî hewcedarîya gilîyê werin tespîtkirin, û di rewşa dubarekirinê de sazî dê were girtin; ev yek li gorî naveroka giştînameya hejmar 42 ya ku di 7ê Tebaxa 2025an de derketibû, pêk tê.
Wezareta Geştyarîyê ev giştîname ji rêveberîyên li parêzgehan re şand, bi mebesta baştirkirina rewşa xizmetguzarîyên ku ji bo hemwelatîyan têne pêşkêşkirin û pêkanîna jîngeha geştyarîyê ya herî guncaw.