Şam – Taybet
Ji bo tekezkirina nirxên wefadarî û berpirsyarîya civakî, Rêveberê Navenda Çandî ya Taxa Kurdan (Riknedîn) Selahedîn Sûrekcî destpêkirina kampîna mirovî ya bi navê “Defînî” (Min germ bike) ragihand. Armanca vê kampînê dabînkirina piştgirî û çavdêrîya malbatên şehîdên taxê ye, hevdem ligel destpêkirina werza zivistanê.
Ev kampîn bi serpereştîya rasterast a Navenda Çandî, bi hewldanên berdewam ên tîma wê ya xwebexş, û bi beşdarîya comerdane ya şênîyên Taxa Kurdan a Şamê yên li hundirê welat û yên li dervayî welat hat encamdan. Şênîyên taxê bi hevkarîya xwe kûrahîya têkilîyên mirovî û girêdana wan bi tax û xelkê wê re piştrast kir.
Di daxuyanîyekê ji bo SANAyê, Sûrekcî tekez kir ku “Kampîna “Defînî” peyameke hezkirin û nirxbilindkirinê ye. Wî destnîşan kir ku wefadarîya li hember xwîna şehîdan bi gotinan tenê nabe, lê divê bibe karekî berbiçav ku ji pêdivîyên zarokên wan re bibe bersiv.”
Sûrekcî dîyar kir ku di çarçoveya kampînê de “170 çakêtên zivistanê li ser kur û keçên şehîdên taxê hatin belavkirin, da ku di sermaya dijwar de germ bibin û ji wan re bê gotin ku civak tu carî qurbanîdanên bavên wan ji bîr nake.”
Navenda Çandî daxuyanîya xwe bi spasdarîyeke germ ji bo hemû xêrxwaz û beşdarên di serkeftina vê xebata mirovî de bi dawî kir, û tekez kir ku ew dê li ser van destpêşxerîyên ku rihê piştevanî û hevkarîya civakî xurt dikin berdewam bin, bi şêweyekî ku hêjayî rûmeta xelkê Taxa Kurdan û dîroka wê ya kevnar be.



