Şam-SANA
Desteya Enerjîya Atomî bi hevkarîya “Dergeh û Gumrikan” xûleyeke perwerdekirinê li Şamê li dar xist, ji bo bihêzkirina amadebaşîya pişkinîna tîrêjê û bilindkirina şîyanên kadroyên gumrikê di dergehên sînorî de.
Desteyê dîyar kir ku ev xûleya çaremîn e, ku du hefteyan bi beşdarîya 25 karmendên gumrikê berdewam kir; tê de rahênanên zanistî û meydanî li ser pîvandina tîrêjê û senaryoyên rûbirûbûna maddeyên tîrêjder hebûn, ev yek di çarçoveya bernameyeke niştimanî de ji bo avakirina kadroyên pispor di ewlehîya navokî de li gorî pîwerên navdewletî tê.
Desteyê di destpêka meha Nîsana niha de xûleyeke din ji bo bijîşk û kadroyên rewşên awarte li dar xist, ku giranî da ser xurtkirina amadebaşî û destwerdana bilez û bibandor di rewşên bûyerên tîrêjî de.


