Şam – SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li Şama paytext bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fidan re civîya.
Di civînê de, rêyên xurtkirina têkilîyên dualî yên navbera her du welatan hatin gotûbêjkirin û hejmarek dosyayên xwedî berjewendîyên hevbeş hatin gengeşekirin.
Her wiha, her du alîyan li ser zêdekirina hevahengî û şêwirmendîyê di bin sîya bûyerên dawî yên li herêmê de li hev kir.

