Şam-SANA
Yekîneyên Wezareta Hundirîn operasyoneke ewlehîyê pêk anîn ku di encamê de şaneyeke terorîst a çalak ku li çend gund û navçeyan belav bûbû, hat hilweşandin. Ev yek di çarçoveya hewldanên berdewam de tê ji bo şopandina paşmayên terorê û lawazkirina çalakîyên wan.
Agahîyên destpêkê li gorî şiroveya wezaretê nîşan didin ku endamên vê şaneyê beşdarî karên bombekirinê, amadekirina teqemenîyan û mînên teqînê bûne. Her wiha wezaretê bal kişand ser wê yekê ku wan perwerdeyên taybet li derveyî welat li ser destê alîyên pispor di çêkirina teqemenîyan de dîtine, bi armanca pêkanîna karên têkder ên ku ewlekarî û aramîyê dikin armanc.

Wezaretê tekez kir ku lêpirsîn berdewam in ji bo eşkerekirina hemû pêwendîyan û girtina rêkarên yasayî yên pêwîst li hember girtîyan.
Her wiha yekîneyan di dema operasyonê de dest danîn ser çekên cihêreng û alavên leşkerî.













