Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku Sûrîye piştî salên dûrxistin û cezayan, îro ji bo vegerandina pêgeha xwe ya asayî di derdora xwe ya Erebî, herêmî û navneteweyî de kar dike.
El-Şeybanî di dema maseya fitara Remezanê de, ku wezaretê ji bo nûnerên balyozxane û şandeyên dîplomatîk ên li Komara Sûrîyê amade kiribû, got: “Di meha Remezana pîroz de, em li Şamê dicivin da ku nirxên dilovanî û naskirina di navbera gelan de tekez bikin.”
Wezîrê Derve El-Şeybanî amaje bi wê yekê kir ku “Sûrîya nû li ser bingeha dewleta hemwelatîbûn û dadperwerîyê ava dibe, û bi cihêrengî û pirrengîya xwe ya ku serweteke niştimanî û mirovî ye serbilind e. Pîrozkirina cejna Newrozê ya îsal wekî cejneke niştimanî, nîşana rêzgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê ye.”
Wezîrê Derve eşkere kir ku “Karê konsulgerîyê bi rêya veguhertina dîjîtal û nûkirina xizmetguzarîyan geşedaneke berbiçav dîtiye. Her wiha me balyozê yekem li Neteweyên Yekbûyî û nûnerek li Rexistina Qedexekiria Çekên Kîmyewî (OPCW) li Laheyê destnîşan kir.”
Li dawîyê jî birêz El-Şeybanî got: “Hewl têne dayîn ku êşa kampên koçberîyê bi dawî bibe û mercên vegera Sûrîyan bo welatê wan bên amadekirin. Di heman demê de xebat ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî ji bo jinûve avakirina Sûrîyê têne kirin.”


