Şam-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Gundewarê Şamê, di encama operasyoneke ewlehîyê ya hûrbîn û serkeftî de ku bi hevkarîya Dezgeha Îstîxbarata Giştî û bi hevahengîyeke bilind bi Dezgeha Îstîxbarata Tirkîyê re hat lidarxistin, plana terorîstî ya şaneyeke girêdayî rêxistina DAIŞê pûç kir. Vê şaneyê amadekarî dikir ku çalakîyeke têkder li Şama paytext pêk bîne.
Wezaretê ragihand ku yekîneyên endazyarîyê yên pispor di dema operasyonê de bi profesyonelî destwerdan li otomobîleke bombebarkirî kirin, ku li cihekî hestyar hatibû rawestandin û ji bo teqandina ji dûr ve hatibû amadekirin.
Wezaretê her wiha da zanîn ku endamên ku hatine girtin ji bo temamkirina lêpirsînan û eşkerekirina hemû şaxên muhtemel ên şaneyê û alîyên piştgir, ji bo Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Terorê hatin veguhastin.







