Şam-SANA
Di çar rojan de, 42 beşdarên xwedî projeyên biçûk û berhemên malê beşdarî bazara xêrxwazîyê bûn, ku bi helkefta Cejna Vejînê ya pîroz li Katedrala Xanima me ya Raketî (El-Nîyah) li Şamê hatibû lidarxistin.
Ev bazar, ku êdî bûye kevneşopîyek û salê du caran berî cejnên Noel û Vejînê tê sazkirin, gelek cureyên berheman li xwe digire; wek karên destan, berhemên hirî, antîkeyên darîn, karên kroşeyê, mûm, cil û berg, xemlên cejnê, ji bilî şîranî, berhemên xwarinê û aksesûaran.
Her wiha hejmarek kesên kêmendam (xwedî astengîyên laşî) beşdarî bazarê bûn ku berhemên bi destên xwe çêkirine pêşkêş kirin. Ev dîmen îradeya wan ji bo tevlîbûna nav civakê û derbaskirina zehmetîyan nîşan dide.



