Şam-SANA
Lijneya Neteweyî ya Çavnêrîya Heyvê ragihand ku roja pênşemê 19ê Sibata 2026an roja yekê ya meha Remezanê (1447ê Koçî) ye li Sûrîyê, ji ber ku heyv êvara sêşemê nehat dîtin. Ev biryar li gorî mersûma serokatîyê û rênmayên pejirandî hat dayîn.
Lijneyê tekez kir ku heyvê bi çav an jî bi teleskobê nehat dîtin; ji ber ku heyv tenê du deqîqeyan piştî rojê çû ava. Her wiha lijneyên çavnêrîyê li parêzgehan an jî dadgehên şer’î tu şahidîyeke dîtina heyvê tomar nekirin.
Lijneyê bi yekdengî biryar da ku sibe çarşem roja temamker a meha Şebanê ye, û roja pênşemê (19ê Sibata 2026an) roja yekê ya meha Remezanê (1447ê Koçî) ye. Ev yek li gorî hedîsa Pêxember (s.x.l) a derbarê temamkirina hejmarê de hat kirin, ligel nìyazên ku Xwedê vê mehê bi xêr û bereketê vegerîne.
Lijneya Çavnêrîya Heyvê ji nûnerên dadwerîya şer’î, encumena îftayê, wezareta ewqafê û komela stêrnasîyê pêk hat, bi amadebûna parêzerê giştî li Şamê. Ev piştî wê yekê hat ku lijneyê bang li welatîyan kiribû ku li heyva Remezanê bigerin.


