Şam-SANA
Çalakîyên “Konferansa Niştimanî ya Pêşengîya Karan” ku ji alîyê Odeya Bazirganî ya Şamê ve bi hevkarîya Odeya Ciwanan a Navneteweyî (JCI)-Sûrîye hatibû organîzekirin, bal kişand ser rewşa pêşengîya karan li Sûrîyê û destnîşankirina kêşeyên herî berbiçav ên li pêşîya pêşengên kar ên ciwan. Ev konferans di bin dirûşma “Xwendina kêşeyan û vedîtina derfetan” de hat lidarxistin.
Serokê Odeya Bazirganî ya Şamê Îsam El-Xerîwatî di gotarekê di konferansê de dîyar kir ku di dehsalên borî de piştgirîyeke rastîn ji bo afirîner û pêşengên karan nebû, ev yek jî bû sedema koçberbûna gelek ciwanên şîyandar ên Sûrî ku bandoreke erênî li ser aborîya wan welatên ku lê bi cih bûne kirine.
Pêşbirka “CYE” kurtkirina (Creative Young Entrepreneur) e; platformeke cîhanî ye ku armanca wê piştgirî û bihêzkirina wan pêşengên karan ên ciwan e yên ku xwedî raman û projeyên pêşeng û nûjen in.





