Berlîn-SANA
Di destpêşxerîyeke mirovî ya balkêş de, endezyarekî mîmarî yê Alman ê xanenişîn biryar da ku milkekî xwe yê dîrokî li bajarê Munchenê, ku nirxê wî bi nêzîkî 10 milyon euro tê texmînkirin, bibexşîne.
Armanca wî ew e ku ev milk bibe projeyek ji bo dabînkirina xanîyên bi bihayên guncaw ji bo karkerên tenduristîyê, xwendekar, malbatên ciwan û kal û pîran, li şûna ku milkê xwe bifiroşe û qezenceke mezin a darayî bi dest bixe.
Malpera “Deutsche Welle” (DW) di raporekê de ku roja Îna borî belav kiribû, ragihand ku endezyarê mîmarî yê malnişîn Otto Guggerê 89 salî, mafê xwedîtîya xanîyê xwe yê dîrokî û zevîya pê ve ku rûberê wê zêdetirî 3000 metreyên çargoşe ye, veguhast ser navê sazîya xêrxwazîyê ya bi navê “Daheim im Viertel”.
Ev sazîya xêrxwazî di dabînkirina xanîyan bi bihayên guncaw û bikaranîna milkên ji bo armancên civakî de kar dike.
Gugger dîyar kir ku wî ev milk wekî milkekî kesane nedîtiye, belê wekî emaneteke ku ji bavê wî yê bijîşkê yekem li taxa “Grosshadern”ê ya bajarê Munchenê maye, dîtiye.
Navborî amaje bi wê yekê kir ku daxwaza wî ew e ku şopeke ku mifayê bide civakê li pey xwe bihêle.