New York-SANA
Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Çarşemê bi dengdana nihênî, 5 welatên endamên nû hilbijartin da ku tevlî endamtîya ne-daîmî ya Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî bibin. Ev endamtî dê ji bo du salan be û ji 1ê Kanûna Paşîn a 2027an dest pê bike.
NY li ser malpera xwe ya fermî dîyar kir ku di encamên dengdanê de dewletên “Zîmbabwe, Trînîdad û Tobago, Portugal, Nemsa û Kirgîzistan” hatin hilbijartin. Her wiha hat eşkerekirin ku Zîmbabwe di xula yekem de ji bo kursîyê Afrîkayê 182 deng wergirtin. Li alîyê din, Kirgîzistan û Filîpîn ji bo kursîyê Asyayê sê xulên dengdana nihênî derbas kirin û di encamê de Kirgîzistan bi 142 dangan li hember 49 dengên Filîpînê bi ser ket.