Abuja-SANA
Piştî êrîşeke çekdarî ku roja Sêşema borî bû sedema mirina dor 162 kesan, Serokê Nîjeryayê Bola Tinubu ferman da ku artêş li wîlayeta Kwara ya li navenda rojavayê wî welatî belav bibe.
Ajansa AFPê li ser zarê serokatîya Nîjeryayê di daxuyanîyekê de ragihand: “Serok Bola Tinubu ferman da ku tabûreke artêşê li wîlayeta Kwara were belavkirin, piştî ku terorîstên Boko Haramê bi şev gundîyên bêçek li gundê Woroyê di êrîşeke ‘hov û tirsonek’ de kuştin.”
Wîlayeta Kwara ji alozî û pirsgirêkên ewlehîyê dinale, ji ber ku li wir komên çekdar û çeteyên ku gundan talan dikin û rûniştvanan direvînin çalak in.
Artêşa Nîjeryayê berî çend rojan ragihandibû ku wê 150 “terorîst” li daristanên Kwara “bêbandor” kirine, û dîyar kiribû ku ew endamên çeteyên sûcdar in, bêyî ku eşkere bike ka ew hatine girtin an kuştin.