Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb îro Yekşemê sardana Kobanê (Eyn El-Ereb)ê kir, ku hejmarek navendên tenduristîyê û baregehên sazîyên hikûmî û ewlekarîyê li wir girtin nav xwe.
Parêzgar di dema serdanê de bi hejmarek rîspîyên deverên Kobanê (Eyn El-Ereb) û Serînê û şêxên eşîran re civîya, û bi wan re rewşa xizmetguzarîyan û hewcedarîyên xelkê gotûbêj kirin.
El-Xerîb tekez kir ku dewleta Sûrîyê bi biryar e li ser temamkirina çalakkirina hemû sazîyên hikûmî li deverê, bi awayekî ku pêşkêşkirina xizmetguzarîyan ji bo welatîyan û xurtkirina aramîyê misoger bike.



