Beyrût-SANA
Îro Şemîyê, di encama êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li ser bajarê Nebetîye yê başûrê Libnanê, kesekî Sûrî û keça wî hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Niştimanî (NNA) ji Navenda Operasyonên Hawarçûnê ya Tendurustîyê ya ser bi Wezareta Tendurustîyê ya Libnanê ve di daxuyanîyekê de ragihand ku: Droneke Îsraîlî sê êrîş birin ser kesekî bi nasnameya Sûrî û keça wî ya 12 salî li Nebetîye. Di encamê de bav di cih de hat kuştin, keça wî jî piştî demekê ji ber birînên xwe jîyana xwe ji dest da.