Ebû Zebî-SANA
Dewleta Îmaratê îro Şemîyê, armancgirtina konsulxaneya xwe li Kurdistana Iraqê ji bo cara duyem di nava hefteyekê de şermezar kir, ku di encamê de du endamên ewlehîyê birîndar bûn û zîyan gihîşt avahîya konsulxaneyê.
Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyanîyekê de ku ajansa “WAM”ê veguhastiye, tekez kir ku armancgirtina nûneratî û navendên dîplomatîk binpêkirineke eşkere ya hemû pîvan û qanûnên navdewletî ye, nemaze Peymana “Vîyenê” ya Peywendîyên Dîplomatîk, ku ev wekî alozîyeke metirsîdar û gefekê li ser ewlehî û aramîya herêmî tê dîtin.
Wezaretê redkirina tevahî ya Îmaratê ji bo van cure êrîşên ku armanca wan têkdana ewlehî û aramîyê ye anî ziman, û tekezî li ser pêwîstîya parastina navend û nûneratîyên dîplomatîk û karmendên wan li gorî qanûn û pîvanên navdewletî kir.