Tertûs-SANA
Bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri’, îro Yekşemê, li Qada Festîvalan a li ser kornîşa deryayî li bajarê Tertûsê, şahîya vekirina Werza Geştyarîyê ya Tertûsê ya sala 2026an hat lidarxistin.
Parêzgarê Tertûsê Ehmed El-Şamî û Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî di axaftinên xwe yên di merasîma vekirinê de, rewşa geştyarîyê li Tertûsê, girîngîya piştgirîya hikûmî ji bo sektora geştyarîyê, xurtkirina balkêşîya geştyarîyê û çalakkirina tevgera aborîyê nîşan dan.
Di çalakîyê de promoyeke danasînê li ser parêzgeha Tertûsê hate pêşkêşkirin, ku tê de hêmanên herî berbiçav ên siruştî û geştyarî yên parêzgehê hatin pêşandan, ligel pêşandanên firîna parașûtan ku rengekî taybet da destpêka werza geştyarîyê.

