Waşington-SANA
Pentagonê ragihand ku Wezîrê Şer Pete Hegseth ferman daye ku di heyamana salekê de nêzîkî 5 hezar leşker ji Almanyayê werin vekişandin, ku ev yek nêzîkî %15 ji hêzên Amerîkî yên li wî welatî bi cih bûne pêk tîne.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Serok Donald Trump di destpêka vê hefteyê de gefa vekişandina hêzên xwe ji Almanyaya hevalbenda NATOyê xwaribû, ev yek jî di nav nakokîyên bi Şêwirmendên Almanyayê Friedrich Merz re derbarê şerê Amerîkî-Îsraîlî-Îranî de pêk hat.
Trump di serdemên serokatîya xwe de gelek caran gefa kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkî li Almanya û welatên din ên Ewropayê xwaribû, û dîyar kiribû ku ew dixwaze Ewropa di parastina xwe de berpirsîyarîyeke mezintir bigire ser milên xwe, li şûna ku xwe bi temamî bispêre Waşingtonê.