Şam-SANA
Di nava tabloyê de, wekî şehadeyeke jîyanê, huner jî, wekî amûreke parastina bîrdankê û rûbirûbûna jibîrkirinê, ezmûna hunermend û rexnegirê şêwekar Ebdulqadir El-Xelîl, mîna yek ji wan ezmûnên hunerî yên Sûrîyê ku sînor derbas kirine û êşa mirovê Sûrî gihandiye qadên hunera cîhanî, ava dibe.
Di axaftina xwe ya ji bo SANAyê, El-Xelîl dîyar kir ku ezmûna wî di çar qonaxên sereke re derbas bûye, ku bi salên lêgerîn û avakirinê di navbera endezyarî, zanistên kargerîyê, bijîşkîya mirovî û hunerên bedew de dest pê kir, berî ku biryara xwe di berjewendîya hunerê de bide, û bijîşkîyê li pey xwe bihêle da ku firçe û rengan bike rêya xwe ya herî zelal di jîyanê de.
El-Xelîl di sala 1970an de çû Îspanyayê, û zêdetirî 140 pêşangeh li dar xistin û di sala 2010an de li Muzexaneya Louvre xelatek bi dest xist. Navborî di sala 2011an de vegerîya Helebê, ku 550 berhemên hunerî bi xwe re hildigirtin ku ew berhem ji ber wêrankirina atolyeya (hunergeha) wî wenda bûn, û di sala 2014an de bi zorê derket.
Ebdulqadir El-Xelîl çalakîyên xwe li Îspanyayê domandin, ku tê de zêdetirî sê hezar gotarên rexneyî nivîsandin, û helbest wergerandin, û îro xeyal dike ku atolyeya xwe ji nû ve ava bike û li hemû parêzgehên Sûrîyê muzexaneyên şêwekarîyê damezirîne ji bo parastina mîrasa niştimanî.

