Roma-SANA
Rêxistina alîkarîyê ya “Sea-Watch” îro pêncşemê ragihand ku li peravên Kalabrîya û Sîsîlyayê li başûrê Îtalyayê, herî kêm termên 15 koçberan hatine dîtin; tê texmînkirin ku ew qurbanîyên “Bagerê Harry” bin ku herî dawî li herêmê dabû. Ev yek hemwextî derxistina termekî din li ber peravên Trabanîyê û biryara dadgeha Katanyayê ya betalkirina desteserkirina keştîya “Sea-Watch 5” piştî ragirtineke ku 15 rojan dewam kir, pêk hat.
Bagerê “Harry” zîyanên mirovî yên mezin li pey xwe hîştin û pêlên xurt ên bi bilindahîya 16 metreyan li peravên Îtalyayê dan.
Raporeke alîkarîyê hejmara qurbanîyên bagerê ji koçberan gihand hezar mirîyî, û bi vî rengî ji texmînên destpêkê yên pasewanên sînor ên deryayî (380 windayî) derbas bû.