Şam-SANA
Wezîrê Hundir Enes Xetab, ligel Rêveberê Rêveberîya Giştî ya Girtîgeh û Sazîyên Çaksazîyê Emîd Zîyad Ebû Ras, gereke çavdêrîyê li Girtîgeha Navendî ya Şamê pêk anî, û li rewşa avahîyê û karên avakirin, parastin û çaksazîyê yên ku niha tên kirin, nihêrî.
Wezareta Hundir li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku di vê gerê de serdana hejmarek beş û navendên ku tên nûjenkirin û pêşxistin hat kirin. Wezîr li birêveçûna karan û rêjeya cîbicîkirinê nihêrî û tekezî li ser girîngîya temamkirina projeyên parastinê li gorî pîvanên pêwîst kir.
Her wiha Wezîrê Hundir Enes Xetab di gera xwe de serdana beşa bijîşkî kir, li asta xizmetguzarîyên tenduristîyê û amûrên bijîşkî yên ji bo girtîyan amade ne mêze kir. Xetab guh da kadroyên bijîşkî û îdarî yên ku derbarê mekanîzmaya kar û hewcedarîyên herî girîng ji bo bilindkirina kalîteya xizmetên bijîşkî agahî dan.








