Yerevan-SANA
Dengdêrên li Ermenistanê îro ji bo hilbijartinên çarenûsaz yên parlamentoyê çûn ser sindoqan, ku tê de 19 hêzên sîyasî hevrikîyê dikin. Di dema ku partîya desthilatdar ya “Peymana Sivîl” bi serokatîya Nîkol Paşînyan li pêş e, û li pey wê jî partîya opozîsyonê “Ermenistana Bihêz” bi serokatîya Samvel Gerebêtyan tê.
Partîya desthilatdar hewl dide piranîya parlamentoyê bi dest bixe da ku piştgirîya guhertinên destûrî, yên bi armanca îmzekirina peymana aştîyê bi Azerbêcanê re piştî şerê Qerebaxê yê sala 2023an, bike.
Ev hildijartin xwedan giringîyeke jeopolîtîk a pir mezin in; ji ber ku Paşînyan meyldarîyekê dimeşîne ku têkilîyên bi Rojava û Amerîkayê re (bi piştgirîya Serok Trump) xurt dike, û hevahengîya bi Rûsyayê re kêm dike.
Li alîyê din, opozîsyon hişyarîyê ji wê rêbazê dide û têkilîyên stratejîk ên kevneşopî yên bi Moskowê re diparêze. Ev yek dihêle ku encamên dengdanê bibin dîyarkerek ji bo paşeroja hevsengîyên ewlekarîyê li herêma Başûrê Qafkasyayê.