Paytextên Cîhanê – SANA
Bi her saet û deqîqeya şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê re, lêçûn û mesrefên ku ji ber berdewamî û gurkirina operasyonên leşkerî çêdibin, zêdetir dibin.
Li gorî daneyên herî dawî yên ku malpera “Iran Cost Ticker”ê weşandine û kanala “CNBC Arabic” veguhastîye, mesrefa şerê Amerîkayê li ser Îranê nêzîkî 20 milyar dolar dibe.
Lê tevî vê lêçûna mezin, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hin sektor wekî sûdwergirên herî mezin ji vê alozîyê û şer dertên pêş, nemaze sektorên pîşesazîya leşkerî û enerjîyê.
Ji alîyê xwe ve, Îsraîl lêçûnên xwe yên leşkerî ji bo dabînkirina mesrefên şer zêde dike, di heman demê de li gorî texmînên Wezareta Darayî, ji ber sekinandina çalakîyên aborî hefteyê nêzîkî 3 milyar dolar zîyanên aborî dibîne, her wiha budceya wê jî pêdivî bi piştgirîyeke zêde ya bi qasî 13 milyar dolarî heye.