Enqere – SANA
Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan tekez kir ku armanca welatê wî ew e ku hemû zarokên cîhanê di nava aştî, aramî û biratîyê de û dûrî şer û pevçûnan bijîn.
Ajansa “Anadolu”yê ji ser zarê Erdogan bi helkefta “Cejna Zarokan û Serwerîya Niştimanî” ragihand ku: Wî tekezî li ser hewldanên ji bo rawestandina şer û pevçûnan kiriye da ku jîyana zarokên cîhanê di nava aramî û aştîyê de were misogerkirin. Her wiha destnîşan kir ku zarokên bêguneh qurbanîyên yekem ên şer û hovîtîyên berdewam in.
Di 23yê Nîsana her salê de, Tirkîye “Cejna Zarokan û Serwerîya Niştimanî” pîroz dike, û Tirkên li hundir û derveyî welat di çalakîyên cihêreng de ji bo pîrozkirina vê rojê beşdar dibin.