Şam-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan tekez kir ku welatê wî ligel Erebistana Siûdî û welatên din ên herêmê gotûbêjan dike da ku rêyeke veguhastinê ya herêmî vejîne, ku ji Tirkîyê di Sûrîye û Urdunê re heta Erebistana Siûdî û welatên Kendavê dirêj dibe, ev yek dê alîkarîya xurtkirina tevgera bazirganî bike.
Fidan di dema gotûbêjekê de derbarê sîyaseta derve ya Tirkîyê, ku ji alîyê Enstîtuya Navdewletî ya Lêkolînên Stratejîk (IISS) ve li Sîngapûrê îro Sêşemê hatibû organîzekirin û kanala “Al Jazeera Mubasher” veguhest, dîyar kir ku zehmetîyên li pêşîya tevgera veguhastina deryayî li herêmê, û bilindbûna lêçûnên barkirinê û bihayan, hewcedarîya pêşxistina rêyên bejayî yên alternatîf û aramtir zêde kiriye.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê bal kişand ser hebûna bijarteyên cuda ji bo xurtkirina girêdana herêmî di Sûrîyê re û dîyar kir ku giringîya van rêyan tenê bi veguhastina enerjîyê ve sînordar nabe, lê tevgera kelûpelên xwarinê û bazirganîya di navbera welatên deverê de jî li xwe digire.