Bexda-SANA
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih El-Zeydî û Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper, piştrast kirin ku wan li ser bidawîanîna karê leşkerî yê Hevbendîya Navdewletî li Îraqê li gorî dema destnîşankirî li hev kirine.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê di daxuyanîyekê de ku duh Çarşemê li ser platforma “X”ê belav kir, dîyar kir ku El-Zeydî di dema pêşwazîkirina Cooper de li Bexdayê tekezî li ser pabendbûna bi dîroka dîyarkirî ya 30ê Îlona bê kir, ji bo bidawîanîna karê leşkerî yê Hevbendîyê û temamkirina derketina hêzên wê. El-Zeydî da zanîn ku ” dê 1ê heyva Cotmehê, ti hebûna leşkerî ya biyanî li Îraqê tune be.”
El-Zeydî tekzî li ser girîngîya sînordarkirina hebûna çekan tenê di destê dewletê de li gorî qanûnê kir û destnîşan kir ku ev yek serwerîya dewletê û desthilata qanûnê xurt dike, û mercê sereke ye ji bo bicîanîna ewlehî, aramî û veguhestina ber bi qonaxeke nû ya geşepêdan û pêşketinê.
Her du alîyan tekez kirin ku peywendîya Îraq û Amerîkayê piştî bidawîbûna mîsyona leşkerî ya Hevbendîyê dê derbasî hevkarî û şirîkatîyê di warên aborî, geşepêdan û ewlehîyê de bibe, li ser bingeha rêzgirtina her du alîyan ji serwerî û berjewendîyên hevbeş ên hev re