Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûrîyê Merwan El-Helebî ligel Balyozê Tirkîyê li Şamê Nûh Yilmaz, rêyên xurtkirina hevkarîya akademîk û bilindkirina asta başîya xwendina bilind li her du welatan gotubêj kirin, û bi giranî li ser avakirina hevparîyê di navbera zanîngehên Sûrî û Tirkî de rawestîyan.
Di hevdîtinê de, mekanîzmayên danpêdana her du alîyan bi bawernameyên hev ên zanistî û wekhevîya bawernameyan hatin nirxandin, da ku tevgera xwendekar û derçûyan hêsan bibe û derfetên hevkarîya zanistî zêde bibin.
El-Helebî pesna têkilîyên şaristanî yên her du welatan û hewildanên zanîngehên Tirkî di pêşwazîkirina xwendekarên Sûrî de da, her wiha tekezî li ser girîngîya hevkarîya akademîk ji bo pêşketina domdar û avakirina şîyanên mirovî û pêşxistina bernameyên çavdêrîya akademîk a hevbeş kir.
Ji alîyê xwe ve, Yilmaz tekez kir ku Xwendina Bilind bingeha geşepêdanê ye û bal kişand ser girîngîya avakirina zanîngeheke hevbeş a Sûrî-Tirkî ji bo pevguhertina ezmûnan.
Ev hevdîtin wek temamkirina peymana hevkarîya zanistî û lêkolînê ya ku berê hatibû îmzekirin e, ku armanca wê pêşxistina bernameyên akademîk û bikaranîna zîrekîya çêkirî ye.

