Waşington – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji îro Çarşemê ve, heçî dewleta ku kelûpelên difiroşe Amerîkayê û çekan jî dide Îranê, baceke gumrikê ya demildest bi rêjeya 50% li ser hemû kelûpelên wan tê danîn.
Trump tekezî li ser tundîya polîtîkayên xwe yên derbarê qedexekirina dewlemendkirina uranyumê li Îranê û hevkarîya ji bo derxistina bermayîyên navokî di bin çavdêrîyê de kir. Her wiha amaje bi “guhertineke berdar” di pergala Îranê de kir, ligel berdewamîya danûstandinan ji bo sivikkirina ceza û bacan piştî lihevkirina li ser çend xalan.
Dewletên Yekbûyî û Îran li ser agirbesteke du hefteyî li hev kirine, ev yek tenê saetek berîya bidawîbûna dema hişyarîya Trump a ji bo rûxandina Îranê pêk hat; biryar e ku danûstandinên aştîyê li Îslamabadê roja Înê -du rûjên din- dest pê bikin.