Beyrût-SANA
Serokê Libnanê Jozef Ewn îro Duşemê tekez kir ku bijarteya danûstandinê bi Îsraîlê re rêça herî ewle pêk tîne ji bo parastina welêt û berjewendîyên wê yên niştimanî. Destnîşan jî kir ku bikaranîna dîyalogê nayê wateya radestbûn an kemkirinê, lê belê ew amûra herî erzan e ji bo bidawîkirina şeran û dûrketina ji zîyanên zêdetir ên mirovî û aborî.
Ajansa Niştimanî ya Ragihandinê ya Libnanî ji zarê Ewn ragihand ku: Libnan li pêşberî du bijarteyan ma ku ya sêyemîn tuneye, şer an danûstandin. Lewma, rêya ku xizmeta berjewendîya dewletê dike û aramîya navxweyî diparêze hilbijart. Wî eşkere kir ku danûstandin hewcedarî demê ne ji bo bidestxistina armancên xwe, lê ew wekî “tekane rê ji bo gihîştina bi çareserîyên mayînde” dimînin.
Serokê Libnanê tekez kir ku pêşîneya wî rizgarkirina Libnanê û dabînkirina paşerojeke baştir ji bo nifşên bê ye, û berdewamîya xwe di karkirinê de ji bo bidestxistina vê armancê tevî astengîyan, piştrast kir. Her wiha dîyar kir ku geşbûna aborî bi aramîya ewlehî û sîyasî ve girêdayî ye, û peydakirina jîngeheke ewle şertekî bingehîn e ji bo kişandina veberhênanan û handana geşepêdanê.