Bexda – SANA
Encumena Nûneran a Iraqê îro roja Duşemê ragihand ku roja Şemîyê, 11ê Nîsanê, wekî dema lidarxistina civîna hilbijartina Serokkomar hatiye dîyarkirin.
Serokatîya Parlemana Iraqê (bi rêya ajansa WAA) ragihand ku 11ê Nîsanê roja hilbijartina Serokkomar e. Serokatîyê ligel serokên koman çareserkirina “asêbûna sîyasî” gotûbêj kir, û bang li serkirdeyan kir ku berpirsyarîya xwe di temamkirina erkên destûrî de hilgirin da ku hikûmetek ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehî û aborî were avakirin.
19 berbijêr ji bo posta Serokkomarîyê hevrikîyê dikin, ku yên herî dîyar Fuad Husên, berbijêrê Partîya “Demokrat a Kurdistanê”, û Nizar Amîdî, berbijêrê Yekîtîya “Niştimanî ya Kurdistanê” ne.