Qudsa Dagirkirî – SANA
Êvarî îro sêşemê, Filistînîyek bi guleyên hêzên dagirker ên Îsraîlê li bakurê Xezeyê hat kuştin.
Ajansa “WAFA”yê dîyar kir ku Filistînîyek di encama guleyên drona Îsraîlê de li kolana “El-Şuheda” ya li bajarê Xezeyê (bakurê kertê) jîyana xwe ji dest daye.
Her wiha îro danê sibê, di encama topbarana dagirkerîyê de li ser bajarê Beyt Lahîya yê li bakurê kerta Xezeyê, Filistînîyek hatibû kuştin û hinekên din jî birîndar bibûn.
Hêzên dagirker binpêkirinên xwe yên li hemberî peymana agirbestê –ya ku di Cotmeha borî de ketibû warê cîbicîkirinê– berdewam dikin. Di encama van binpêkirinan de heta niha 615 Filistînî hatine kuştin û 1.658 kesên din jî birîndar bûne.