Beyrût-SANA
Hejmara qurbanîyên êrîşkarîya Îsraîlê ku ji 2yê Adara borî ve li ser Libnanê berdewam dike, gihîşt 1953 kuştî û 6303 birîndaran.
Ajansa Nûçeyan a Libnanê li ser zarê Navenda Operasyonên Rewşên Awarte ya Wezareta Tendurustîyê di daxuyanîyekê de îro Înê ragihand: “Hejmara qurbanîyên pêla êrîşên Îsraîlê yên ku di 8ê Nîsanê de xaka Libnanê kiribûn armanc, zêde bû û gihîşt 357 kuştî û 1223 birîndaran.”
Navendê da zanîn ku ev hejmar ne ya dawî ye, ji ber ku karên rakirina kavilan (bermayîyên avahîyan) ji cihên hatine bombekirin berdewam dikin. Her wiha hebûna hejmareke mezin a parçeyên cesedan ku ji bo pişkinînên DNA û dîyarkirina nasnameyên qurbanîyan demê dixwazin, berî ku hejmara dawî ya qurbanîyên wê rojê bê ragihandin.