Şam-SANA
Di encama 204 qezayên trafîkê û şewatên ku di 24 saetên borî de li Sûrîyê rû dan û tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê bi hewara wan ve çûn, 14 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl eşkere kir ku tîmên wê bersiva 16 qezayên trafîkê dane, yên ku bûn sedema birîndarbûna kesên navborî. Her wiha bang li şofêran kir ku leza xwe kêm bikin, rewşa teknîkî ya otomobîlan kontrol bikin û ji tiştên baldarîyê dibin alîyekî din mîna telefonê, dûr bikevin.
Tîman her wiha 188 şewat vemirandin; ji wan 53 li zevîyên çandinîyê û 135 li deverên cuda bûn, ku zirar tenê maddî bûn. Parastina Sivîl hişyarîyên xwe nû kirin ku agir neyê vêxistin, û cixare û şûşe li nêzî zevî û daristanan neyên avêtin.





