Wașington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya tevlihevîyek ji gefên leşkerî, cezayên aborî û nîşaneyên dîplomatîk, polîtîkaya zexta hemwext di dozên Îran, Ukrayna, Taywan û Kubayê de didomîne da ku mercên tund ên danûstandinê ferz bike.
Trump hişyarî da Tehranê derbarê encamên negihîştina peymanekê berîya danûstandinên Cenevreyê, û tekez kir ku ew bi rengekî nerasterast tê de beşdar e. Ev yek di demekê de tê ku hêzên leşkerî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn bi hinceta bernameya navokî û tepisandina xwepêşandanan hatine zêdekirin.
Di dosyaya Ukraynayê de, wî bang li Kîevê kir ku bi lez bi Moskowê re danûstandinan bike ji bo bidawîkirina şerê ku çar sal in berdewam dike, di heman demê de danûstandin ji ber daxwazên Rûsyayê yên ji bo tawîzên axê ku Ukrayna wan red dike, asê mane.
Derbarê Taywanê de, Trump ragihand ku biryara şandina bêtir çekan nêzîk e tevî hişyarîyên Çînê, di heman demê de peywendîyên wî û serokê Çînê berdewam dikin.
Li Kubayê jî, wî banga xwe ya ji bo peymanekê bi Wașingtonê re nû kir û destnîşan kir ku krîza aborî û kêmbûna sotemenîyê gefeke mirovî pêk tîne, ev jî di bin sîya tundkirina ambargo û cezayên neftê yên Amerîkayê de tê.