Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih ragihand ku hejmara şewatên ku tîmên wezaretê di hefteya borî de destwerdan kirine zêde bûye. Wî eşkere jî kir ku rêjeya navînî ya rûdanan rojane gihîştiye nêzîkî 180 şewatan, ev yek jî hevdem e bi bilindbûna pileya germê û destpêkirina dema dirûnê re.
El-Salih duh Yekşemê li ser platforma (X)ê tekez kir ku parastina canê welatîyan û debar û milkê wan ji bo wezaretê di rêza pêşî de ye. Wî destnîşan kir ku parastina berhemên çandinîyê û çavkanîyên xwezayî parçeyekî bingehîn e ji berpirsyarîya niştimanî di parastina ewlehîya xwarinê ya Sûrîyê de.