Cinêv – SANA
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê ragihand ku di nava 10 rojan de zêdetirî 180 koçberan di Deryaya Navîn de winda bûne yan jî jîyana xwe ji dest dane; bi vê yekê hejmara giştî ya mirîyan ji destpêka salê ve gihîşt nêzîkî 1000 kesî.
Rêxistinê mirina 990 kesî di destpêka sala 2026an de tomar kir (ku 460 kes ji sala 2025an zêdetir e). Rêxistinê hişyarî da li ser zêdebûna qurbanîyan piştî windabûna 181 kesî ji 28ê Adarê ve. Di heman demê de “Amy Pope” bang Kir ku ji bo rizgarkirina canê xelkê, qaçaxçî bên şopandin û rêyên alternatîf bên dabînkirin.
Zêdebûna qurbanîyên xeniqînê nîşan dide ku torên bazirganîya bi mirovan berfireh bûne; ew tor bêhêvîtîya koçberan bi kar tînin û wan dixe ber binpêkirinên giran û geştên kujer ên ku jîyana wan dixin metirsîyê.