Eden-SANA
Encumena Veguhêz a Başûr li Yemenê hilweşandina xwe ragihand, wek amadekarîyekê ji bo beşdarbûna di kongreya dîyalogê de ji bo çareserkirina krîza Başûr li Rîyadê.
Encumenê di daxuyanîyekê de ku ajansa “Saba Net” veguhastiye, got ku wê hemû deste û nivîsgehên xwe li hundir û derve hilweşandine, wek amadekarîyekê ji bo Kongreya Başûr a Berfireh bi serpereştîya Siûdîyê.
Encumenê pesna pabendîyên Siûdîyê ji bo çareserkirina krîzê da û bang li serokatîya Başûr kir ku beşdarîyê di meşa kongreyê de bikin.
Wezîrê Berevanîyê yê Siûdî Xalid bin Selman pêşwazî li biryara encumenê kir û ew wek pêngaveke wêrek hesiband ku xizmeta paşeroja doza Başûr dike û han dide ji bo beşdarbûna di kongreya Rîyadê de.
Wî tekez kir ku Siûdî dê komîteya amadekar ji bo kongreyê bi beşdarîya hemû parêzgehên Başûr ava bike, û dê piştgirîya encamên wê di çarçoveya meşa çareserîya sîyasî ya berfireh li Yemenê de bike.
Reşad El-Elîmî berê ji Siûdîyê daxwaz kiribû ku mazûvanîya kongreyê ji bo çareserkirina krîza Başûr bike, û mîrnișînîyê ev daxwaz pejirand.