Şam-SANA
Di çarçoveya Plana Stratejîk a Tenduristîyê ya Neteweyî (2026-2028) de, Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê projeya veguhartina dîjîtal bi rêya “Dergehê Tenduristîyê yê Dîjîtal” da destpêkirin. Armanca vê projeyê kêmkirina dem û kedê, û bilindkirina kalîteya xizmetên bijîşkî ye.
“Dergehê Kesê Nexweş” fersendê dide welatîyan ku ji bo klînîkên derve bi rengekî elektronîk dema serîlêdanê destnîşan bikin. Her wiha welatî dikarin rasterast bigihîjin arşîva xwe ya nexweşîyê û dosyayên tenduristîyê yên kesane û malbatî.
Niha ev xizmet pênc nexweşxaneyan li (Şam, Himis, Hema û Tertûsê) li xwe digire, û plan heye ku di warê cografî de were berfirehkirin. Her wiha “Platforma Têkilîyê” jî di dergeh de heye, ku welatî dikarin bi rêya wê pêşnîyar û gilînameyên xwe bişînin û daxwaza hevdîtinên fermî bikin.
Wezaretê bang li welatîyan kir ku ji bo dabînkirina gihîştina xizmetan bi awayekî baş, bi rêya malpera fermî an sepana mobîlê qeyda xwe çêkin; ev yek li gorî nêrîna nûjenkirina dîjîtal a sektora tenduristîyê tê.









