Şam-SANA
Wezîrê Tenduristîyê yê Sûrîyê Mus’eb El-Elî û Şêwirmendê Bilind ê Rêveberê Giştî yê Ajansa Swêdê ya ji bo Hevkarîya Pêşxistina Navdewletî (SIDA) Thomas Bergenholtz, li ser rêyên xurtkirina hevkarîyê di sektora tenduristîyê de gotûbêj kirin li ser mijarên pîrikîyê û pêşxistina şarezayîya karmendên tenduristîyê bûn.
El-Elî, bal kişand ser zererên ku gihîştine sektora tenduristîyê û da zanîn ku nêzîkî 30% ji nexweşxaneyan hê jî wêran in.
Wî amaje bi kêmasîyeke mezin a dermanên taybet ên wekî dermanên penceşêrê û berhemên xwînê kir, her wiha da zanîn ku piranîya amûrên tibî kevn bûne û ji kar ketine.
Wezîr, tekezî li ser giringîya perwerde û rahênanê kir û amaje bi kêmasîya ambulansan kir û got, ji hewcedarîya zêdetirî 1000 ambulansan, tenê 304 ambulans hene, her wiha kêmasî di amûrên mamografiyê û amûrên dermankirina diranan de jî heye.
Ji alîyê xwe ve, Bergenholtz, tekezî li ser berdewamîya alîkarîyên mirovî yên Swêdê ji bo Sûrîyê û piştgiriya wê ji bo rûbirûbûna kêşeyên tenduristîyê kir.