Şam-SANA
Wezareta tenduristîyê bi gavên meydanî û kiryarî, tevgera xwe ya lezgîn li herêmên nû hatine rizgarkirin li her du Parêzgehên Reqa û Dêrazorê, û li gundewarê Helebê berdewam dike ji bo vegerandina jîyana xizmetguzarîyên bijîşkî bo welatîyan.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de duh Duşemê dîyar kir, ku ew planeke berfireh ji bo xurtkirina rastîya tenduristîyê li van herêman pêk tîne bi awayekî ku berdewamîya xizmetguzarîyên bijîşkî û başkirina wan dabîn bike, û bersivdayîna pêwîstîyên mirovî yên awarte bide, û eşkere kir ku ew di çarçoveya dabînkirin û xizmetguzarîyên hawarçûnê de kar dike ji bo xizmetkirina nêzîkî 380 nexweşên têkçûna gurçikan, bi rêya dabînkirina 20 amûrên nûjen ên şûştina gurçikan ji bo nexweşxaneya Reqayê ya niştimanî ku li pey hev ketin xizmetê, ligel planên cîbicîkirinê yên lezgîn ji bo nûjenkirin û amadekirina hemû beşên zîyandîtî di nexweşxaneyên devera rojhilat de.
Wezaretê amaje bi birêkirina klînîkên bijîşkî yên gerok ên amadekirî kir, û dabînkirina deverên rizgarkirî bi tirimbêlên hawarçûnê yên nûjen, da ku leza bersivdayîna awarte û vegirtina pêwîstîyên hawarçûnê li bajaran û gundewaran wekhev dabîn bike.