Heleb – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ nimêja Cejna Qurbanê ya pîroz li nav Mizgefta Ebdullah bin Ebas li bajarê Helebê, bi beşdarîya hejmarek berpirsên dewletê û di nav amadebûneke berfireh a gelêrî de pêk anî, ku şêx Mutî’ El-Betîn îmamtî dikir.
Şêx Mutî’ El-Betîn di gotara xwe de tekez kir ku geşbînî nirxekî bingehîn e û handanek e ji bo kar û avakirinê. Wî piştrast kir ku Sûrîye bi xêra yekîtîya gelê xwe, û hebûna serkirdayetîyeke ku guh dide şîretan û derîyê wê ji hemû Sûrîyan re bi hemû nêrîn û nasnameyên wan ve vekirî ye, xwedî hêmanên rabûn û aramîyê ye, û di vê mijarê de serpêhatîya Pêxember Yûsif (s.x.l.) wekî mînak anî ziman.

El-Betîn dîyar kir ku vegera ciwanên Sûrî ji xerîbî û koçberîyê ji bo beşdarîya di jinûveavakirin û destpêşxerîyên geşepêdanê de, rûhê girêdana niştimanî piştrast dike. Wî gotara xwe bi duayan bi dawî kir ku Xwedê bereketa xwe temam bike û xêr û ewlehî belav bibe, û tekez jî kir ku pirrengî çavkanîya dewlemendî û hêzê ye, û Sûrîye ber bi aramîyê ve gavan diavêje.
Piştî bidawîbûna nimêja cejnê, Serok El-Şeri’ pîrozbahîyên Cejna Qurbanê ji alîyê nimêjkeran ve wergirtin.