Pekîn-SANA
Tîmeke navdewletî ji zanistkarên bîyolojîya molekulî, bi serokatîya lêkolînerên ji Çînê, molekuleke proteînî ya kurt peyda kirine ku dikare hestyarîya xaneyan ji bo însulînê zêde bike û pêşketina bergirîya dijî wê kêm bike. Ev gav wekî nêzîkatîyeke hêvîdar tê dîtin ku asoyên nû di dermankirina nexweşîya şekir (diyabet) de vedike.
Malpera “Russia Today” dîyar kir ku zanistkar di dîzayna peptîdeke kurt de (zincîreke kurt ji asîdên amînî yên bi hev ve girêdayî) bi ser ketine û navê “Aap2” lê kirine. Ev peptîd di avahî û karê xwe de dişibe bandorên erênî yên proteîna ATG7, ku roleke sereke di birêvebirina kirdarên metabolîzmê û bersivdana xaneyan ji bo însulînê dilîze.
Lêkolînên nûjen giranîyê didin ser têgihîştina mekanîzmayên xaneyî û molekulî yên bi bergirîya însulînê ve girêdayî ne, bi armanca dîtina dermankirinên bi bandortir ku alîkarîya rêkxistina asta şekirê di xwînê de dikin û bandorên neyînî yên nexweşîyê yên demdirêj kêm dikin.