Heleb- SANA
Çavkanîyeke leşkerî ji SANAyê re ragihand ku Artêşa Erebî ya Sûrîyê dest bi topbarankirineke hûr û xurt li ser baregehên rêxistina HSDê li hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîye kir ku berî demekê navên wan hatibûn belavkirin. Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan di Wezareta Parastinê de berê ji SANAyê re dîyar kiribû ku Desteya Operasyonan di Artêşa Erebî ya Sûrîyê de dê bi rêya ekran û platformên “El-Ixbarîya El-Sûrîye” wan cihan belav bike ku dê di hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê de werin armancgirtin, ku rêxistina HSDê ew cih kirine baregeh û navendên leşkerî û wekî xalên destpêkirina êrîşên xwe li dijî tax û xelkê bajarê Helebê bi kar tîne